Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Girîngî bi Rexneyên Serhildayên Lîbî Neda


Balafireka F-16 ya Denmarkê beşdarî li hêrişên esmanîyên NATO li Lîbyayê dike.
Balafireka F-16 ya Denmarkê beşdarî li hêrişên esmanîyên NATO li Lîbyayê dike.

NATO girîngî bi rexneyên serhildayên Lîbî neda, ku dibêjin hêrişên esmanî yên NATO li dijî hêzên ser bi Muamer Qezafî sist bûne.

Peyvdara NATO, Carmen Romero, roja Çarşembî got ku jimare û tundîya hêrişên esmanî nehatîne guhertin piştî NATO li heftîya bihûrî komanda operasyonên Lîbyayê wergirt.

Hevdem, hêzên ser bi rêberê Lîbî Qezafî berdewam in li hêrişên xwe li dijî serhildayan li bajarê Misrata li rojavaya welatî.

XS
SM
MD
LG