Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Rûsî yên li Ukrayna venakişin, lê xwe jinûve dicivînin.
Stoltenberg got ku ew hîn ne piştrast in ku Rûsya di danûstandinên Stenbolê de bi dilekî paqij cîh digire jiber ku Moskowê armanca xwe ya leşkerî li Ukraynayê neguhertiye.
"Li gor îstixbarata me, yekîneyên Rûsî ji Ukraynayê venakişin, lê ew xwe xwe jinûve kom dikin û çeperên xwe diguherînin. Rûsya hewil dide ku hêzên xwe jinûve bicivîne, pêdivîyên wan peyda bike û êrîşa ser herêma Donbasê xurt bike," Stoltenberg li Brukselê ji nûçegîhanan re got.