Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Jibo Pirsgirêkên bi Rûsya re Dicive


sekirterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg
sekirterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekretêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg dibeje welatên endam di hevpeymaniya NATO de li roja Duşemê li bajarê Bruksel derbarê pirsgirêkên bi Rûsya re dê civînan encam bidin.

Roja Penşemê, dema Stolberg tevlî cîvînaka Yekêtiya Ewrupa bû got, cîvîna balyozan dê roja Duşemê pek were.

Pirsgirêkên Navbera NATO bi Rusya re derketin holê, jiber ketina Rûsya ya Kirimê, wek tê zanîn Rûsya di sala 2014 an de, herêma Kirim ya Ukrayna xistibu nav axa xwe.

Cîvîna Konseya Rusya di NATOyê de, destpêka îsal piştî cemidandina gotûbêjan civiya bû, lê dîsan encamek weha ji van civînan nehat bû stendin, niha Komîta NATO yê derbarê Rûsiya cardin dixwaze pirsgirêkên bi Rûsiya re di nava xwe de gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG