Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rasmussen ji Pêşnîyara Putîn ya Agirbestê Gumanbar e


Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen şika xwe li ser plana agirbesta li Ukrayna dîyar kir ku ji alîyê Serokê Rûsya Vladimir Putin ve hatibû pêşnîyar kirin.

Rasmussen di hilcivîna NATO de li Wales (Galler) ew gotina xwe kir.

Wî got, NATO bi germî pêşwazîya hemî hewlên çareserîya aştî li Ukrayna dike, lê pêş çavan e ku Rûsya hîn jî êrîşî Ukrayna dike.

NATO texmîn dike ku herî kêm 1.000 leşkerên Rûsî li Ukrayna ne, lê Moskow dubare hebûna xwe ya leşkerî li wî welatî red dike.

XS
SM
MD
LG