Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên NATO'yê Dê li Afganîstanê Bimînin


Dîmeneke hêzên NATO yên li Afganistanê

Ajansa Reuters ragihand ku çar karbidestên payebilind yên NATO gotinin ku hêzên navneteweyî plan dikin ku piştî dema wan ya di Gulanê de biqede jî li Afganîstanê bimînin.

"Dê heya di dawîya Nîsanê, paşvekişînek bi tevahî ya ji hêla hevalbendan ve çê nebe. Şert û merc pêk nehatine, ”yek ji karbidestan ji Reuters re got.

Rêvebirîya serokê berê yê Amerîka serê sala borî de bi rexistina Talîban re peymanek îmza kiribû.

Li gor peymanê di berdêla bicîhkirina hin pîvanên ewlehiyê ya ji hêla Talîbanê vê dihat pêşnîyarkirin ku tevahîya leşkerên biyanî heya Gulana 2021'an ji Afganîstanê paşvekişîn.

Trump ev peyman - ku hikûmeta Afganî tê de nebû - wek dawîya şerê ku bîst salan pêşkeş kir.

Wî di destpêka Rêbendana 2020'an de hejmara hêzên Amerîkî daxist 2.500 leşkeran ku ev ji 2001'an vir ve hejmara herî kêm ya li Afganîstanê ye.

Dîplomat û pispor destnîşan dikin ku piştî ku endamên hevalbendîya navneteweyî yên li Afganîstanê ji ji alîyê Trump ve hatîye paşgoh kirin, helwesta NATO'yê girîngtir dibe.

Di navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê de danûstandinên aştîyê di îlona 2020'an de li paytexta Qeter Doha dest pê kir, lê tundûtûjîya li welat bi rengekî berbiçan her berdewam kir û herwiha hîn jî didome.

Berdevka NATO'yê Oana Lungescu ser rewşa hevalbendîya navneteweyî axifî u dazanîn ku ti hevalbendê NATO'yê naxwaze ji hewcedarîyê dirêjtir li Afganistanê bimîne, lê wan erê kirîye ku hebûna wan girêdayê şertanin.

"NATO bi tevahî piştgirîyê dide pêyvajoya aştîya li Afganistanê da ku dabîn bike ku Afganîstan bo terorîstên ku dê êrişî welatên me bikin nema stargehek ewledar e, "Lungescu got.

Hevdem, Lungescu dîyar kir ku niha li Afganîstanê tevî hêzên Amerîkî nezî 10.000 leşkerên bîyanî hene.

XS
SM
MD
LG