Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de 2 Leşkerên NATO li Afganistanê Hatine Kuştin


Endamên koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya NATO li Afganistanê li cîhê bûyerê ne

Koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya NATO li Afganistanê îro ragihand ku di êrîşeke çekdarî de leşkerekî Amerîkî û yekî Romanyayî li di şer de li nêzî Kabulê hatine kuştin.

Kaolîsyonê ti hûrgilîyên din nedan ku êrîş çawa pêk hatiye, lê bi ragihandina îro hejmara giştî ya hindahîyên Amerîkî li wî welatî îsal bû 16 kesan.

Daxuyanîya îro çend demjimêr piştî ku Talîbanê berpirsîya bombeyeke otomobîlî rakiribû ser xwe ku kesekî bîyanî û karmendekî leşkerî yê Afganî tê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG