Lînkên eksesibilîtî

Ajansa Alman: NATO Beşdarî Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Dibe


Ajansa Alman DPA îro Çarşemê ji zarê jêderên dîplomatîk ragihand ku NATO dê beşdarî koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bibe.

Ajansê dîyar kir ku biryara beşdarbûnê ewê sibê di hilcivîna li Brukselê de were eşkere kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump dê cara yekê beşdarî hilcivîneke NATO bibe ku wî jibo wê gotibû ku ‘’komeke kevnare’’ ye.

Pispor dibêjin ku piştî êrîşa Manchesterê, ku DAIŞ’ê berpirsîya wê girtibû ser xwe, NATO dixwaze nîşan bide ku li hember gefa terorê ewê têkoşîneke xurt bimeşîne.

Hin jêderên dîplomatîk ji Reuters’ê re ragihandin ku hin dewlet li ser beşdarbûna NATO ya bo koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hîn difikirin.

Dîplomatekî/e Fransî yê/ya ku nexwest navê wî/wê eşkere bibe, dîyar kir ku ger NATO beşdarî koalîsyonê bibe jî ewê kar û rolên wê pir berteng bin. Wî/wê got ku dibe ku NATO li herêmên şer karên îstîxbarat û perwerdahîya leşkerî bike.

Brîtanya û hin dewletên din dixwazin ku NATO li Sûrîyê firokên kişfê AWAC’an bi kar bîne û kontrolê bimeşîne.

Sekreterê Giştî yê NATO berê dîyar kiribû ku ger tîfaq beşdarî koalîsyonê bibe jî ewê jixweber di şer de cîh negire. Stoltenber dabû zanîn ku bi beşdarbûnê ewê koordînasyona di navbera dewletên koalîsyonê xurttir bibe.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, ku li Îraq û Sûrîyê li dijî DAIŞ’ê şer dike, di sala 2014’an de hat damezirandin. Di koalîsyonê de 68 dewlet hene ku ji wan 28 endamên NATO ne.

XS
SM
MD
LG