Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Berê yê NATO Dîyar Dike ku bo Hilcivînê Rîskên Mezin Hene


Anders Fogh Rasmussen

Hilcivîna NATO roja Sêşemê li Watford ya nêzî London ya paytexta Brîtanya destpê dike.

Hilcivîna ku li sala 70’yî ya NATO rast tê dê du rojan bidome.

Sekreterê Berê yê NATO Anders Fogh Rasmussen ser hilcivînê ji rojnameya Times re got ku ‘’Rîskên wê pir zêde ne’’

Rasmussen da zanîn ku jiber parçebûnên di nav NATO de dibe ku bêîstiqrarî çêbe û dîyar kir ku dibe ku Amerîka, Fransa û Tirkîye hilcivînê ‘’serobino’’ bikin.

Wî amaje kir ku Serokê Amerîka Donald Trump dikare dewletan ser "budçeyên wan yên kêm" yên bo berevanîyê tawanbar bike û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî dkare bi gotinên ser ‘’mirina mêjîyî ya NATO’’ nîqaşên nû çêke.

Sekreterê berê dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî dikare yekîtîya NATO test bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG