Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Firoka Wan Jiber Firoka Sîxurî Ya NATO Daketîye Xwar


Aeroflot Firoka Hêla Esmanî Ya Rûsî
Aeroflot Firoka Hêla Esmanî Ya Rûsî

Karbidestên Moskowyê dibêjin, firokeyeke Rûsî neçar ma li ser Deryaya Reş berê xwe biguherîne da ku xwe ji balafireke sîxurî ya NATOyê dûr bêxe ku li ser rêya wê derbas dibû.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Interfaxê, Ajansa Veguhastina Hewayî ya Federal ya Rûsyayê roja Şemiyê gotîye, balafira sîxurî wek tê îdîakirin "bi lez daketiye" li ser rêya plankirî ya firokeya Aeroflotê ya ji Tel Avîvê ber bi Moskowayê ve diçû û 142 kes tê de bûn.

Ajansê dibêje Bilindahî û berê firokeya bazirganî demûdest hate guhertin daku li hev nekevin û balafira nenaskirî çi bersiv nedane bêsîmên kontrola trafîka esmanî.

Ajansa Interfaxê ragihand ku balafira Aeroflot neçar bû ku 500 metreyen dakeve da ku xwe ji balafira keşfê xwe dûr biêxe.

"Zêdebûna çalakîyên ji aliyê firokeyên NATOyê li nêzîkî sînorên Rûsyayê... metirsiya qezayên firokeyên sivîl çêdike," ajansê got, û bi berdevamî got ew dê bi awayek dîplomatîk nerazîbûna xwe dîyar bikin.

Lê rayedarên Rûsî negotin ka ev balafira sîxuriyê ya kîjan welatî ye.

Bûyera Şemiyê di demeka ku alozî di navbera Rûsya û welatên rojavayî da zêde dibe rû daye, ku ew Moskowayê bi komkirina leşkeran li ser sînorê Ukraynayê bo amadekarîya êrişekê tawanbar dikin.

Rûsya pilanên wî rengî red dike û welatên NATOyê bi provokasyonan û rahênanên leşkerî nêzîkî sînorê xwe tawanbar dike

XS
SM
MD
LG