Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjî di Têkiliyên NATO Û Rûsyayê de Û Derxistina 8 Efserên Sîxur


NATOyê 8 endamên ji mîsyona Rûsyayê di nav hevalbendîyê da derxistin wekî "efserên sîxurîya neragihandî ya Rusyayê" karbidestekî NATOyê roja Çarşemê got.

Derxistina Rûsan berê ji alîyê Sky News ve hatibû ragihandin ku mîsyona Moskowê ji navenda hevalbendiyê li Brukselê dê nîvî bihê xarê" wekî bersiva gumanbarîya ser çalakîyên xirab yên Rûsyayê, ku di nav da kuştin û sîxurî heye".

Reutersê nekarîbû yekser sedemên Sky Newsê behs kirî piştrast bike

jibo kêmkirina şanda Rûsî. Ji Kremlînê anjî ji Wezareta derve ya Rûsyayê çi şîroveyên demûdest nehatine kirin.

Têkiliyên Rojava bi Rûsyayê re li ser her tiştî aloz dimînin

ji Ukraynayê heta îdîayên destêwerdana Rusyayê ya hilbijartinan û jehrkirina sîxurê dualî yê Rûs Sergei Skripal û keça wî li Brîtanyayê sala 2018an.

Ajansa nûçeyan ya Interfax bi zarê Leonid Slutsky, Serokê Civata Navnetewî ya Meclîsa Jêrîn ya Rûsyayê, got Moskowa dê bersivê bide.

"Em dikarin piştrast bikin ku me akredîsyona heşt endamên Mîsyona Rûsî li NATOyê her wekî efserên sîxurîya neragihandî ya Rusî paşve kişandiye, karbidestê NATOyê got."

Rûsya NATOyê tawanbar dike ku bi awayekî provokatîf leşkerê xwe nêzîkî sînorên wan berfireh dike. NATO dibêje ew bi biryar in ku ewlehîya welatên endam yên nêzîkî Rusyayê xurt bike piştî ku Moskowayê di sala 2014an da Kirîma Ukraynayê dagir kirî û piştgirîyê dide cudaxwazên li rojhilatê Ukraynayê.

XS
SM
MD
LG