Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Îro Înê Ser Daxwaza Tirkîyê Kom Dibe


NATO îro Înê ser kuştina bi dehan leşkerên Tirkîyê yên li Îdlibê bi awayekî awarte kom dibe.

Civîna dewletên NATO dê li ser daxwaza Tirkîyê çêbe.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ‘’êrîşên esmanî yên rejîma Sûrîyê û Rûsya’’ yên li Îdlibê şermezar kiribû û bang li alîyên şerker kiribû ku li gor ‘’hewildanên aştîyane’’ yên Neteweyên Yekbûyî (NY) tevbigerin.

Amerîka, ku yek ji hevalbendên Tirkîyê yên NATO ye, di ser wezareta derve re dîyar kiribû ku êrîşên dijî leşkerên Tirk ''fikarên mezin'' çêdikin û dabû zanîn ku ew ligel wî welatî ne.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Tirkîyê, di êrîşên li Îdlibê de 33 leşkerên wan hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG