Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekterê NATO Stoltenberg Vê Heftê DiçeTirkîyê


Jens Stoltenberg

NATO îro bi daxuyanîyekê ragihand ku sekreterê wê Jens Stoltenberg vê hefteyê diçe Tirkîyê ku ligel Serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinê bike.

Daxuyanîya NATO dîyar kir ku Stoltenberg, wek yek ji bilindtirîn karbidestên Ewrupî ku piştî hewila darbeya leşkerî diçe Tirkîyê, dê roja Pêncşemê û Înê ligel karbidestên Tirk hevdîtinan bike.

Daxuyanîyê wek din ti hurgilîyên din li ser serdana Stoltenberg neda, lê tê zanîn ku Erdogan welatên Rojava bi tundî rexne kiribû ku bi têra xwe piştgirî nedaye welatê wî.

NATO û Stoltenberg bi piştgirîya xwe ji hikûmeta Tirkîyê re dîyar kiribû û bi pêgirî dabû zanîn ku desteka wê jibo demokrasî ye.

XS
SM
MD
LG