Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Bûyerên li Efrînê Zararê Dide Bala li Ser Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di brîfînga rojane de da zanîn ku bûyerên li Efrînê bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dişkîne.

Nauert ser pirsekê dîyar kir ku li herêma Efrînê hêzên Amerîkî tune ne û jiber vê jî derfeta wan tune ku bibînin li wê herêmê çi diqewime.

Nuaert dîyar kir ku peywendîyên bi hikûmeta Tirk re didomin û bi bîr xist ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, hefteya borî bi hevtayê xwe Mevlut Çavuşoğlu û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinên ‘’avaker’’ kirine.

‘’Bûyerên li Efrînê, bala li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê belav dike. Eger bala însanan ji ser vê têkoşînê here, bêguman ewê zarar be’’ Nauert got.

Nauert da zanîn ku çiqas alî mudaxaleyî herêmê bikin ewê her tişt tevlîhevtir bibe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG