Lînkên eksesibilîtî

Nauert: Em Îraqeke Yekgirtî û Demokratîk Dixwazin


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku ew dijî tundtûjîya li dû referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê ne û bang li Bexda û Hewlerê kir ku dest bi dîyalogê bikin.

‘’Em Îraqeke bi îstiqrar, yekgirtî û demokratik dixwazin. Ew daxwaza me neguherî û wê neguhere jî. Li gor me, divê Kurd û Îraqî rûnin ser siberoja welatê xwe bifikirin’’ Nauert got.

Nauert da zanîn ku ger daxwaz hebe, ew dikarin di navbera her du alîyan de dîyalogê bidin destpê kirin lê dîyar kir heta niha hîn ti daxwazeke wisa çênebûye.

Berdevkê wezaretê careke din bi bîr xist ku ew jiber xirabbûna îstiqrara Îraqê û gefên li ser herêmê, referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê red dikin.

Nauert bi berdewamî dîyar kir ku hemî endamên koalîsyona dijî DAIŞ’ê li hember referanduma serxwebûnê bûn û got ku ‘’divê armanca sereke têkbirina DAIŞ’ê bûya.’’

XS
SM
MD
LG