Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Amerîka û Tirkîyê Ser Minbicê Ti Peyman Îmza Nekiriye


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku hevdîtinên wan yên bi Tirkîyê re didomin û wan bi Enqerê li ser Minbicê hîn ti rêkeftin çênekiriye.

Wezareta Derve ya Tirkîyê dabû zanîn ku dê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê derkeve û kontrola wî bajarî di destê hêzên Tirk û Amerîkî de be.

Nauert dîyar kir ku ew bi hikûmeta Tirk re li ser gelek mijaran hevdîtinan li dar dixînin û hewil didin ku li ser hin mijaran li hev bikin.

Berdevka Wezareta Derve dîyar kir ku Amerîka ne di nav operasyonên bi ser Efrînê de ye, lê ew ji destpêka cenga li wê herêmê didin zanîn ku operasyona Tirkîyê bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) belav dike.

Karbidestên Amerîkî û Tirk hefteya borî li Washingtonê kom bûbûn, dîroka gera duyê ya hevdîtinên wan hîn eşkere nebûye.

XS
SM
MD
LG