Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Fikra Korîdora Însanî ya Rûsya Wek Henekan E


Heather Nauert

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, ser hewildana çêkirina ‘’korîdora alîkarîya însanî’’ ya Rûsya bo Gutaya Rojhilat got ku ‘’wek henekan e’’

Nauert di brîfînga rojane de dîyar kir ku sîvîlên Gutaya Rojhilat, jiber tirsa sirgûnê, kuştine û leşkerîya mecbûrî bo artêşa Esad newêrin di wê korîdorê re derbaz bibin.

‘’Eger ez bi awayekî eşkere bêjim, fikra koridora alîkarîya însanî ya qaşo ya Rûsya wek henekan e’’ Nauert got.

Artêşa Rûsya dabû zanîn ku çekdarên li Gutaya Rojhilat bo sîvîl ji wê herêmê dernekevin koridora însanî bombebaran dikin.

XS
SM
MD
LG