Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Operasyona Tirkîyê Zararê Dide Îstiqrara Herêmê


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di preskonferansa rojane de dîyar kir ku operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê zararê dide îstiqrara herêmê.

Nauert da zanîn ku Efrîn li gor herêmên din cîhê îstiqrarê bûye, lê ew niha jibo wê derê ketine fikarên kûr.

‘’Em fikarên Tirkîyê fehm dikin lê hewildana wê îstiqrara li herêmê dikuje. Amerîka bo tunekirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê şer dike û em bang li hemî alîyan dikin ku bala xwe bidin ser vê’’ Nauert got.

Karbidestên Tirkîyê dîyar dikin ku ew li Efrînê dijî DAIŞ’ê jî şer dikin.

Nauert ser daxuyanîyên karbidestên Tirk dîyar kir ku li Efrînê ti çekdarên DAIŞ’ê tune ne.

XS
SM
MD
LG