Lînkên eksesibilîtî

Rexnegirê Kremlînê Navalny Berî Mîtîngê Hat Desteser Kirin


Yek ji rêxnegirên navdar yên Rûsya, Aleksey Navalny li mala xwe ya li Moskow ya paytaxt hat desteser kirin.

Li ber bû ku Navalny îro Înê li bajarê Nizni Novgorad di mitîngekê de axaftinek bikira. Navalni li navenda polîsan bi twîtekê dîyar kir ku ti sedema desteserkirinê ji wî re negotine.

Medya dewletê ya Rûsya da zanîn ku Navalny alîgirên xwe vexwendine mîtîngeke bêdestûr û ew jiber vê sedemê hatiye desteser kirin.

Lê, rêberê rikeberîyê dîyar kir ku wan jibo mîtîngê destûr wergirtîye û got ku ‘’Elbet ew jî qonaxeke nû ye. Êdî min jiber hewildana beşdarbûna mîtîngeke bi destûr jî desteser dikin.’’

Navalny, di meha Hezîranê de jî dema diçû mîtîngeke li Moskowê hatibû desteser kirin û bi qasî mehekê li girtîgehê mabû.

Navalny, bi îdiayên wî yên ser gendelîyên Kremlînê tê nas kirin û wî par ragihandibû ku ewê di hilbijartina 2018’an de bibe berbijar.

Karbidestên Rûs jî dîyar kiribû ku cezayê Navalny heye û jiber vê jî ew nikare bibe berbijar.

XS
SM
MD
LG