Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalên Navalny Dibêjin Rewşa Saxlemîya Wî Pir Xirab E


Rexnegirê Kremlinê yê girtî Aleksî Navalny
Rexnegirê Kremlinê yê girtî Aleksî Navalny

Lyubov Sobol, alîgira rexnegirê Kremlinê yê girtî Aleksî Navalny îro Duşemê ragihand ku di derbarê rewşa saxlemîya sîyasetvanê ku di girtigehê de greva xwe ya birçîbûnê didomîne, li benda nûçeyên nebaş in.

Lyubov Sobol ser rewşa saxlemîya herî dawî ji radyoya Ekho Moskvy re axifî.

"Em nizanin dawiya heftê çi bi wî hat ji ber ku hingê parêzeran destûr nadin ku wî ziyaret bikin. Ez hêvî dikim ku em ê îro hin nûçeyan bistînin lê ez pir ditirsim ku nûçeyên xirab bistînim," Sobol got.

Sobol bi berdewamî da zanîn ku hêvî tune ye ku ew îro di derbarê saxlemîya wî de nûçeyên baş bigirin.

" Ez difikirim ku rewşa wî bi rastî pir xeter û giran e. Bîst roj di greva birçîbûnê de - ev pir metirsîdar e," Sobol got.

Navalny, hevrikê navdar yê Serokê Rusya Vladimir Putîn, di 31'ê Adar'e de jiber ku ew di girtîgehê de nayê dermankirin , dest bi grevairçîbûnê kiribû.

Hevalbendên Navalny di dawîya heftê de gotin ku jîyana wî di xeterîyê de ye, û ewê roja Çarşemê protestoyên herî mezin yên dîroka Rûsî dar bixin.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan roja Yekşemê, Rûsya jibo rewşa rêberê rikeberîyê Aleksî Navalny hişyar kiribû.

Sullivan ragihandibû ku Amerîka ji Rûsyayê re daye zanîn ku heke Navalyn di girtîgehê de jîyana xwe ji dest bide ewê encamên nebaş hebin.

Çaverê ye ku wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Duşemê rewşa Navalny nîqaş bikin.

Josep Borrell, dîplomatê payebilind yê YE, rewşa Navalny wek 'pir xemgîn' bi nav kir û got ku divê Rûsya dermankirina wî pêk bîne.

Navalny li Almanya jiber jahrkirina bi gaza Novichok ya dema Sovyetê hatibû derman kirin û ew di vegera Rûsya de li balafirgehê hatibû girtin.

Putîn bi sedema jahrkirina Navalyn tê tawanbar kirin lê Kremlî îdiayên jahrkirina Navalyn red dike û dibeje ku ti delîl tuneye ku ew hatiye jahr kirin.



XS
SM
MD
LG