Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Êrîşên Dijî Serhildayên Kurd li Bakura Îraqê dê berdewam bin


Tirkiye Dibêje Êrîşên Dijî Serhildayên Kurd li Bakura Îraqê dê berdewam bin
Tirkiye Dibêje Êrîşên Dijî Serhildayên Kurd li Bakura Îraqê dê berdewam bin

Cêgirê serokwezîrê Tirkiye dibêje êrîşên welatê bi ser tixûbî re bo dinav axa Îraqê dijî serhildayên Kurd dê berdewam bin, yên ku ji wêrê ra êrîşan dikine ser başûra rojhilata Tirkiye.

Beşîr Atalay roja Çarşembî got, ew dûr nabîne ku êrîşeka erdî bê kirin heke pêdivî be bo derêxistina nêzîkî 2,000 serhildayên Kurd ji bakura Îraqê. Têbînîyên cêgirê Serokwezîrê Tirkiye hevdem bûn digel gehiştina Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî bo Ankara, da digel rêberên Tirkiye danûstandinan bike.

Frokên cengî yên Tirkiye çend caran bingehên serhildayan bombebaran kirîne, û Ankara ji Îraqê daxwaz kiribû da rê nede serhildayan axa wê bê bikar bînin bo êrîşan ser Tirkiye. Lê karbidestên Bexdad ji Tirkiye daxwaz kir ku êrîşên xwe rawestîne û soz dan ku pêngavên pêdivî bihavêjin dijî serhildayên PKK ê.

PKK bi rêkxistîyek terorîstî tê nasîn ji layê Ankara û çend welatên cîhanê weku Amerîka û Yêkîtiya Ewropî.

Ji aliyek din, têkelîyên Tirkiye û Îranê têkçûne piştî Ankara razî buy li sîstema radara ya agehdarkirina zû ya NATO pişkdar be. Cêgirê Serokê Hêzên Hevpişk yên Leşkerê Îranê Masoud Jazaerî hûşdarî da Tirkiye ku dê rûberû encaman be û rijdî kir pêdaçûnê bi ser biryara xwe biketeve.

XS
SM
MD
LG