Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî Dibêjin Sixûrê Berê li Pêş Mala Xwe Hatiye Jahr Kirin


Brîtanya îro Pêncşemê radigihîne ku jahra ku hember sixûrê berê Sergei Skripal û keça wî hatiye xebitandin, li pêş mala wan hatiye danan.

Karbidestê polîsên dijterorê yên Brîtanî, Dean Haydon ragihand ku gaza jahrîn Novichok, ku ji alîyê artêşa Rûsî ve tê xabitandin, li pêş derîyê mala Skripal hatiye bi cîh kirin.

Piştî ku ji Şerê Duyê yê Cîhanî vir ve, cara yekê ye ku li parzemîna Ewrupa Novichok hat xebitandin, Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kir û welatên Rojavayî 130 dîplomatên Rûsî dersînor kirin.

Sazîya polîsan li herêma Londonê, Scotland Yard bi daxuyanîyekê ragihand ku pisporên wê, li pêş derîyê Skripal di asta herî bilind de gaza Novichok dîtin.

XS
SM
MD
LG