Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Gefa Êrîşeke Navokî li Dijî Amerîka Dike


Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî hazirîya erêkirina tole û cezayên nû li ser Koreya Bakur dike, jibo bersîvdana ceribandina navokî ya wî welatî.

Li hember vê biryarê, Koreya Bakur jî gefa êrîşeke navokî ya pêşîgir ya dijî Amerîkayê dike

Wezareta Derve ya Koreya Bakurî îro Pêncşemê got, mafê wan heye ku li hember “navenda êrîşkaran”, êrîşeke navokî ya pêşîgir bike. Wê got, ev gav pêdivîbû jiber ku Amerîka dike dest bi şerekî navokî bike.

Koreya Bakur di demên dawî de çend pêşketin di programa xwe ya navokî û muşekî de kirîye. Lê, Rojava bawer nake ku kanîna wê heye ku muçekên dûravêj ya bi serokên navokî heye.
XS
SM
MD
LG