Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Banga Koreya Bakur Dike ku Gefên Xwe Rawistîne


 Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê, Hong Lei
Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê, Hong Lei
Wezareta Derve ya Çînê bersîvdana gefên qanûndanêrên Amerîkî dide ku Pekîn bi hêza xwe giwaştin li ser Koreya Bakir nekirîye ku dev jî zimanê xwe yê şerxwaz berde.

Di rûniştinên Senatoyê de li Washingtonê ku di televîzyonê de zindî hatibûn weşandin, senatorên Amerîkî nerazîbûna xwe li dij Çînê dîyar kiribûn.

Qanûndanêrên Amerîkî dibêjin hevalbenda herî mezin ya Pyongyang, Çîn bi tera xwe zext û giwaştin li ser Koreya Bakur nekirîye ku gefên xwe li dijî Washington û Seul rawestîne.

Di bersîva pirsekê de, Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê, Hong Lei îro Çarşemê got, sîyaseta wan ya li ser vê kêşeyê her wekî berê ye.

Birêz Hong got, Çîn hîn jî di vê bawerîyê de ye ku divê aştî û îstîqrar li Nîvgrava Koreyê hebe.

Hong Lei herwhiha got, arîşeyên heyî divê bi rêya dîyalogê û şewirmendîyê werin çareser kirin û divê hemî alîyên kêşeyê sakîn û aram bimînin.
XS
SM
MD
LG