Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang Gefên Xwe yên Navokî Nû Dike


Tevî girjî û reqbûna berdewam li Nîvgirava Koreyê, xwendkarên li Koreya Bakur derdikevin kolanan ku salvegera serokbûna rêberê welêt Kim Jong Un pîroz bikin.

Hemwelatîyên xort bi kincên xwe yên netewî tev li pîrozbahîyan dibin û bi reqsên gelerî piştgirîya xwe jibo Kim Jong Un nîşan didin.

Di heman demê de, televîzyona dewletê jî gefên Pyongyang dubare dike.

Peyama televîzyonê dibêje, “çek û silahên me hazir in ku êrîş bikin û hemî kordînatên pêdivî li muşekên barkirî ne. Dema em fermanê bidin, hemî dijminên me dê di nav derya agirê de bişewitin.”

Hêjayî gotinê ye, hêzên Koreya Başûrî û yên Amerîkî di hişyarîya bilind de ne, li hember ceribandina muşekî ya Koreya Bakur.

Karbidestekî Koreya Başûrî do Çerşemê gotibû ku îhtîmal heye ceribandin berî Duşemê anku berî rojbûna rêberê damezrênerê Koreya Bakur, Kim Il Sung were kirin.
XS
SM
MD
LG