Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Îro ligel Wezîrê Derve yê Îranê Civîya


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry hevdîtinên xwe li ser programa navokî ya Îranê didomîne ku berî dawîbûna muhleta heyî rêkeftinek pêk were.

Kerry îro Înê li Vîyana bi Wezîrê Derve yê Îranî Mihemed Cevad Zarif re hevdîtinek kir û her du alî jî li ser giheştina rêkeftinekê peyîvîn.

Xem û fikar zêde dibin ku her du alî wê nikaribin cudabîrîyên xwe berî Duşemê ji hole rakin, lê hevbîr bin ku muhleta heyî careke din dirêj bikin.

Îran û hêzên cîhanê, Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya ji salekê vir ve hewil didin ku li ser porgrama navokî ya Tehranê bigehijin rêketinekê.

XS
SM
MD
LG