Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmenda Alîkarîya Mirovahî Zaghari bo Sê Rojan ji Girtîgehê Hate Berdan


Karmenda alîkarîya mirovahî ya Brîtanî, Nazanin Zaghari-Ratcliffe îro Pêncşemê jibo sê rojan ji girtîgehê hate derxistin.

Wezîrê Derve yê Brîtanî Jeremy Hunt dilgeşîya xwe li ser biryarê ragihand. Wî ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku welatê wî heta bi yekcarî azadkirina Zaghari dl xebatên xwe bidomîne.

Zaghari ku bi eslê xwe ji Îranê ye, bo weqfa Thomson Reuters Foundation wek rêvebira projektan dixebitî. Ew di sala 2016’an de ligel qîza xwe ya du alî li firîngeha Tehranê hate girtin, dema ji serdana malbatê vedigerî Brîtanya.

Dadgeheke Îranî ceza li Zaghari birîbû û ew xistibû zindanê, bi heceta ku wê plan danabû ku rejîma Îranê hilweşîne.

Malbata Zaghari û weqfa Thomson Reuters Foundation ya xêrxwazî ew îdia bi tundî red dikin.

XS
SM
MD
LG