DÎYARBEKIR —
Rûniştinên doza KCK’ê a ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 12 hevalên wî tên dadkirin, 21 mehê roja Duşemê li Wanê destpê kir. Îddîanemya dozê bû egera kêşeyan.
Evuqatên Bekir Kaya û hevalên wî diyar kirin ku bi sedema vê dozê sîyaseta Kurd tê dad kirin û îddîaname metneke sîyasî ye, ne hiqûqî ye. Evuqatên dozê di rûniştina sibê de dadgehê protesto kirin û derketin.
Şaredarê Wanê Bekir Kaya û hevalên wî jî gotin ku îddîaname li ser sîyasetek hatîye amade kirin û dadgeh ne bê alî û serbixwe.
Şaredarê Wanê tevî hevalên xwe redî mahkeme kirin û ifade kirin ku ji îro û şûnde, di rûniştinan de ewê bersiva tu pirsan nedin.
Parlamenterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP yê Wanê Nazmî Gur jî beşdarê rûniştinên dozê bû û jibo Dengê Amerîka got “îddîanameya dozê ji hizrên dozger pêk tê û ji serî heta binî li hevalên me heqaret hatiye kirin.”
Parlamenterê Kurd jibo îddîanemya Doza KCK’ê ya Wanê got “ ew ne belgeyek hiqûqî ye, ew kufurname ye.”
Hêjayî bibîrsixitinê ye ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya û hevalên wî, di çarçoveya doza KCK’ê de, di 7’ê Heziranê de hatin girtin.