Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NBA jiber Vîrusa Korona Hemî Maç Sekinandin


Virus Outbreak US Sports Basketball

Rêvebirîya Rêxistina Basketbolê ya Netewî (NBA) ragihand ku hemî maçên mayî jiber vîrusa korona hatin betal kirin.

Rêvebirîya NBA ew biryara ser betalkirina hemî maçan, demeke kin berî destpêka lîstina Oklahoma City Thunder – Utah Jazz ragihand.

Rêvebirîya NBA di daxuyanîyê de got ku yek ji lîstikvanên Utah Jazz bi vîrusa korona ketiye.

Li gor daxuyanîyê, ew lîstikavanê ku navê wê nehat eşkere kirin, neket salona maçê.

Kanala ESPN da zanîn ku lîstikvanê bi vîrusa korona ketiye Rudy Gobert yê ji Fransa ye.

ESPN dîyar kir ku hin lîstikvanên din yên Utah Jazz û Oklahoma City Thunder niha di bin çavdêrîya saxlemîyê ne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG