Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neşe't Emmê:Min Paşmayên Cengê Yên Kirêt Kirin Peykerên Hunerî


Ceng û şer her tiştên ciwan û bedew diherifîne û wêran dike û jiyanek kirêt li paş xwe dihêle, ew yek me li bajarê kurdî Kobanî li bakûr û Rojhilatê Sûriyê dît, dema DAIŞ êrîşê wê kir û şerekî pirr dijawar lê qewimî.

Lê belê bi saya huner û hunermendan, ciwanî namire û bi awayek din vejîn dibe. Wek vî peykersazê kurd Neşe't Emmê, ku bi xwe karê hestinkariyê dikir li Kobanî û bi kuç û waran ketibû ji ber astengiyên jiyanê û rewşa şer, lê belê di dawiyê de ew vegeriya û ji ew paşmayên cengê peykerên ji perçên Hawin û bumbeyan çêkir.

Neşe't di sala 1985'an de li gundê Şeranê li Kobanî ji dayik bûye .

Di sala 2002'an de li Dîmeşqê ( Şamê) bi cî bû û li wir karê hestinkariyê kir.

Di sala 2004'an de berê xwe da Beyrûtê û karê xwe li wir berdewam kir, lê belê bêtir nêzîkî xwe bû û di karê xwe de hêdî hêdî hunera xwe diyar kir.

Di sala 2012'an vegeriya Kobanî û ta nuha li wir dijî, û karê xwe berdewam dike , lê belê beşekî mezin ji serbora xwe û hunera xwe da bajêr.

Di nîvê bajêr de Neşet peykerekî Egîd ( şoreşgêrekî kurd e) çêkir.

Piştî vegera Neşe't, wî bal kişand ser behreya xwe ya hunerî û hino hino beşdarî nav çalakiyên hunerî bû û peyrên wî bûn beşek ji berhmên piştê cengê û ta nuha jî ew peykeran ji wan perçe û paşmayên cengê saz dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:41 0:00

XS
SM
MD
LG