Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî: Beramber 17 ji Sedê Budcê, Amade Ne Dahatîyên Petrolê Bidin Bexda


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku ew amade ne dahatîyên çavkanîyên mayîn yên petrolê bidin destê Bexda, ger ew qayil be 17 ji sedê budceya Îraqê bide Herêma Kurdistanê.

Barzanî di preskonferansekê de li Hewlêrê got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hazir e ku derheqa dahatîyên petrolê û bo mûçeyên karmendan danûstandinan ligel hikûmeta navendî bike.

“Bexda hîn jî ne amade ye ku ligel Herêma Kurdistanê biaxife û li ber e şandeyeke me serdana Bexda bike. Em dixwazin kêşeyên heyî bi hikûmeta navendî re, li gor çarçoveya qanûna bingehîn ya Îraqê çareser bikin,” Barzanî got.

Derbarê rewşa firîngeh û derbazgehên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Barzanî dîyar kir ku Hewlêr hazir e di çarçoveya destûra Îraqê gotûbêj bike.

Peywendîyên hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê, piştî referanduma serxwebûnê aloz bûne û Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî bo danûstandinan şert danaye ku encamên referandumê were betal kirin.

XS
SM
MD
LG