Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokek li Nepalê Ket Xwarê, Herî Kêm 40 Kuştî Hene


Karbidestên Nepalî dibêjin ku firokeke rêwîyan ya Bangladeşî ku dihat Nepalê, berî bigiheje firîngeha Kathmandu ket xwarê û herî kêm 40 kesên nav firokê hatine kuştin.

Dîdevan dibêjin ku agir bi firok li esmanê gelek caran zivirî ku deynê erdê, berî ku agir bi wê keve û gêr be.

Berdevkekî kompanya U.S.-Bangla Airlines got ku di nav balafirê de 71 kes hebûn ku 4 ji wan karmendên firokê ne.

“Ji 67 rêwîyên nav firokê, 32 Bangladeşî, 33 Nepalî, yek Çînî û yek jî ji Girava Maldivan in,” heman jêder got.

Karbidestên Nepalî da zanîn ku firoka ketî, Bombardier Dash 8 ya di pervaneyî bû li Kanada hatiye çêkirin.

XS
SM
MD
LG