Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê got ku wan li Gaza jibo parastina sîvîlan çi ji dest wan hatiye kirine, lê ew bi ser neketine.
Kanala CBS News ya Amerîka ji Netanyahu pirsî ku Îsraîl di êrîşên dijî Hamasê de bi hezaran Filîstînî kuştine yan ne.
“Mirina sîvîlan trajedî ye. Me, jibo ku em sîvîlan ji metirsîyan dûr bixin, hemî tiştên pêkan kirin, lê Hamas jî jibo wan bixe metirsîyê her tiştî dike.”
Netanyahu dîyar kir ku wan belavok û bi telefonan ji sîvîlan xwestine ku ew ji herêmê derkevin û piranîya wan jî derketine.
Îsraîl dibêje ku armanca operasyonên wê yên li Gaza tunekirina Hamasê ye.
Netanyahu dîyar kir ku ew dixwazin ku kuştina sîvîlan kêmtir be, lê ew bi ser nakevin.
Sîvîlên Filîstînî jiber bersîvdana Îsraîlê ya jibo êrîşên 7’ê Cotmehê ya Hamasê ketin rewşeke dijwar.
Karbidestên Îsraîlî didin zanîn ku Hamasê piranîya wan sîvîl, 1200 kes kuştin û nêzî 240 kesên din jî dîl girtin.
Berpirsên saxlemîyê yên li Gaza dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê de bi kêmî ve 11,500 kes hatine kuştin û pirtir ji 4,700’ên wan zarok in.
Jêder: Reuters