Fransa roja Çarşemê got ku parêzbendiya serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu heye ji ber ku welatê wî ne alîgirê qanûnên Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) ye ku daxwaza girtina wî dike, Parîs dê ji nêzîk ve bi wî re kar bike.
Nêzîkî hefteyekê ye ku Fransa dixwaze helwesta xwe ya li hember biryara ICC ya girtina Netanyahu û Gallant diyar bike, îro Çarşemê bi daxuyaniyek Fransa helwesta xwe zelal kir.
Dadgeha ICC ya li Den Haagê di 21ê Mijdarê de ji bo Serwokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê berevaniyê Yoav Gallant û Mihemd Deyif serkirdeyekî grûpa çekdar a Fîlîstînî ya Hamasê biryar girtinê dabû.
Piştî ku Frnasa gotbû ku ewê li gor biryara ICC tevbigerin, Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyeke duyemîn de ev yek serast kir, di 22'ê Mijdarê de ji ber fikarên ku Îsraîl dikare hewldanên ji bo agirbesta li Lubnanê astengî derxîne, got ku biryara dadgehê tenê sûcdarkirinek fermî ye.
Roja Çarşemê, wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ewê pêgirî qanûnên navnetewî be û biryara ICC tê fêmkirin, lê di heman demê de şertê welatê ku pêgirî qanûnên Dadgeha Tawanên Navnetewî nebe divê rêz lê were girtin.
Daxyûnaî dibêje ew "bi rêzgirtina parêzbendiyên Dewletên ku ne endamê ICC ne jî pêgirin."
Daxuyanî radigihîne ji ber ku Netanyahu û wezîrên din xwedîyên parêzbendîyê ne, kar kirina bi wî re dê berdewam bibe.
Bi navbeynkariya Amerîka û Fransa agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullha Lubnanê kete di warê cibicî krinê de, piştî ku her du aliyan agirbest erê kirî.
Jêder: Reuters