Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îran Dikare Çend Mehên din Bombeya Navokî Çêbike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, çend mehên din Îran şîyanên pêdivî bidest dixe jibo çêkirina bombeya navokî.

Netanyahu herwiha dibêje, êrîşeke pêşwext jibo pêşgirtina Îranê li bidestxistina çekê navokî baştir e li wê hindê ku Îran bibe xwedan çekê navokî.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona NBC ya Amerîkî roja Yekşemê, Netanyahu got dibe ku di şeş mehan de Îran gelek nêzîk be li çêkirina bombeya atomî.

Welatên rojavayê bawer dikin ku Îran bernama navokî ya xwe bikar tîne jibo çêkirina çekê navokî, lê belê Îran vê îdîayê red dike.
XS
SM
MD
LG