Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê nûçeyek red kir ku digot wî do Çarşemê bi berbijarê Komarî yê seroktîya Amerîkî Donald Trump re li ser agirbesta Gaza û danûstandinên berdana dîlan peyîvîye.
Ofîsa Netanyahu bi daxuyanîyeke nivîskî got ku berevajîya nûçeyên medyayî, Serokwezîr Benjamin Netanyahu do bi Serokê berê Donald Trump re nepeyîvîye.
Malpera Axios ya Amerîkî ji zarê du çavkanîyên Amerîkî ew nûçe belav kiribû. Yek jî jêderan gotibû ku armanca telefona Trump ji Natanyahu re ew bû ku piştgirî bide Netanyahu ku peymanê qebûl bike. Lê, wî jêderî got ku ew nikare piştrast bike ku Trump bi rastî ew tişt ji Natanyahu re gotoye yan ne.
Heta niha ji kempeyna hilbijartinê ya Trump ti kes li ser wê mijarê daxuyanî nedaye.
Hêjayî balkişandinê ye ku Misir, Amerîka û Qeterê li ber e ku îro Pêncşemê dest bi gera nû ya danûstandinên agirbestê ya li Gaza bikin.
Jêder: Reuters