Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îranê li Kargeha Abadeh Çekên Navokî Çêdikirin


(Arşîv)

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê got ku ew demek e Îran li kargeheke nepênî çekên navokî çêdikirin, lê piştî ku şûna wê kargehê eşkere bû, ew cîh hilweşand.

Cara yekê ye ku Netanyahu nav û cîhê wê kargehê zelal kir û got ku ew kargeh bi nav belgeyên ku Îsraîlê sala borî bi dest xistibûn, hatiye eşkere kirin.

“Li wê kargeha Abadeh Îranê ceribandina navokî dikirin,” Natanyahu wêneyên ku di dawîya Hezîrana 2019n de hatine girtin, nîşan dida û kordînatên wê jî ragihand.

Wî îdia kir ku Îranê ew kargeh tune kir, piştî ku pêhesîya ku wan cîhê wê kifş kiriye.

Şîroveyên Netanyahu piştî raoorta Reutersê tê ku vekolerên Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY wê piştrast kiriye ku Îran sentirfujên pêşketîtir bi cîh dike ku bo zelalkirina uranyumê dikare were xebitandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG