Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Benjamin Netanyahu Lêpirsîna Bertîlê Vedibe


Serdozgerîya Îsraîlê biryar da ku dijî serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu doza bertîl, gendelî û karkirina bo tiştên xirab veke.

Doza ku dijî Netanyahu hatiye vekirin, li Îsraîlê doza pêşî ya dijî serokwezîrekî li ser kar e.

Netanyahu dîyar kir ku ew doz hewildana darbeyê ye û da zanîn ku kesên dozê dimeşînin ne li dû rastîyê lê li dû wî ne.

Wî amaje kir ku ew lêpirsîn ne serbixwe ye û hin alîgirên wê hene.

Ger Netanyahu ji bertîlê ji bertîlê tawanbar derkeve dikare heta 10 salan cezaya girtîgehê bistîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG