Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Yekî li Efrînê Sîvîlan Dikuje Nikare Şîretên Exlaqê li Me Bike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ser Twitterê bersîv da rexneyên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

Netanyahu da zanîn ku Erdogan bersîvdanê hîn nebûye û divê êdî fêr bibe.

‘’Yekî ku Qibrisa Bakur dagir dike, erdên Kurdan dide ber xwe û li Efrînê sîvîlan dikuje ser exlaq û nirxan nikare li me şîratan bike’’ Netanyahu nivîsî.

Ser bûyerên li sînorê Gaza, ku bi kêmî ve 15 Filîstînî hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn, Erdogan gotibû ku Netanyahu ‘’terorîst e û wek dagirkerekî li wan axan dimîne’’

XS
SM
MD
LG