Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Dengên Netanyahu û yên Benny Gantz Nêzî Hev In


95 ji sedê dengên hilbijartina giştî ya Îsraîlê hatin hejmartin.

Li gor encamên nefermî partîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û ya serfermandarê berê yê Îsraîlê Benny Gantz li pêş in û dengên wan nêzî hev in.

Encam nîşan didin ku ti partîyan bo avairina hikûmetê dengên pêwîst nestandine.

Li ber e ku Partîya Likud ya Netanyahu 32 û Tifaqa Şîn û Sîpî ya Gantz jî 33 kursîyan bi dest bixe.

Netanyahu dîyar kir ku ewê li benda encamên fermî bin û ewê hikûmeteke ku kesî li derveyî xwe nahêle çêkin.

Wî da zanîn ku serdana bo civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê betal kiriye.

Li ber bû ku Netanyahu û Serokê Amerîka Donald Trump li New Yorkê bicivîyana.

Gantz jî ji alîgirên xwe re dîyar kir ku ewê li benda encamên fermî bin got ku wan karê xwe bi serfirazî temam kiriye.

Di hilbijartina Nîsanê de partîya Netanyahu û ya Gantz jî 35 kursî bi dest xistibûn.

Di parlamana Îsraîlê de 120 kursî hene û bo avakirina hikûmetê 61 kursî hewce ne.

Jiber ku gelek partî beşdarî hilbijartinê dibin û benda hilbijartinê jî 3,25 ji sedê ye heta îro ti partîyên Îsraîlê 61 kursî bi dest nexistine.

XS
SM
MD
LG