Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Spasîya Haley Dike ku Dijî "Dûrûtîya" NY Şer Kiriye


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bona piştgirîya wê ya ji Îsralê re, spasîya balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley kir.

Netanyahu got ku Haley li dijî dûrûtîya nav Neteweyên Yekbûyî şer kir.

“Ez dixwazim spasîya Balyoz Nikki Haley bikim ku li dijî dûrûtîya hindurê NY şerekî xurt da. Ez li ser navê rastî û dadwerîya welatê me, spasîya wê dikim,” Netanyahu ji ser hesaba xwe ya Twitterê got.

Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesira Sipî ragihandibû ku Nikki Haley dê di dawîya vê salê de dest ji balyozîya Amerîka li Neteweyên Yekbûyî berde.

Trump pesna karê Haley ya Neteweyên Yekbûyî dabû û dilgeşîya xwe li ser xizmetên wê dîyar kiribû.

Haley jî dabû zanîn ku bi xêra karê wê û Trump, niha Amerîka careke din pêşengîya cîhanê bi dest xistiye û hemî dewletên cîhanê rêz li sîyaseta Amerîka digire.

XS
SM
MD
LG