Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Ew Desthilata Dadgeha Tawanan ya Navnetewî Nas Nakin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê got ew desthilata Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) nas nakin.

ICC amadekarî dike ku lêkolîna îdiayên tawanên ceng li deverên Fîlîstînîyan bike, loma muhlet dabû Îsraîlî û Fîlîstînîyan ku lêpirsînên xwe bikin.

Netanyahu got ku Îsraîl dê bi xwe lêpirsîna wan îdiayan bike û hevkarîyê bi ICC re neke.

“Emê bi zelalî ju ICC re bêjin ku Îsraîl dewleteke qanûnê ye û dizane çawa lêpirsînê bike. Emê herwiha ji ICC re bêjin ku Îsraîl îdiayên tawanên ceng “bi tundî red dike.”

Îsraîl ne alîyê Peymana Roma ye ku biryara damezirandina ICC dabû loma ne mecbûr e ku wê dadgehê jî nas bike.

Dozgerên ICC di 9ê Adarê de hem ji Îsraîlî û hem jî ji Fîlîstînîyan xwestibû ku pêdaçûna ser îdiayên tawanên şer bikin û meheke dem dabû wan ew dadgehê agahdar bikin.

Fîlîstînî dibêjin ewê bi ICC re hevkarîyê bikin ku îdiayên tawanên ceng ji alîyê mîlîtanên îslamî yên li Kenara Rojava û Kerta Gaza bikolin.

XS
SM
MD
LG