Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Netanyahu di Hilbijartina Îsraîlê de bi Ser Ket


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û xanima wê Sara

Hilbijêrên Îsraîlê di nav salekê de cara sêyan çûn ser sindoqan.

Li gor encamên nefermî, Partîya Likud ya bi pêşengîya Benjamin Netanyahu di hilbijartinê de bi ser ket.

Partîya Likud tevî bi ser ket jî di parlamana bi 120 kursî de piranîya pêwîst bi dest nexist.

Bo Partîya Likud li desthilatê bimîne divê partîyên din yên rastgir piştgirîyê xwe bidomînin.

Encamên nefermî raber dikin ku Partîya Likud 37 û Tifaqa Şîn - Sipî jî 32 kursî bi dest xistine.

Netanyahu piştî eşkerebûna encaman ji Twitterê spasîya hilbijêran kir û da zanîn ku serketina wan mezin e.

Rêberê Tifaqa Şîn - Sipî Bruno Gantz jî ji alîgirên xwe xwest ku bi sebir bin û da zanîn ku ger bo guherîna desthilatê rîyeke dirêj pêwîst be ewê wê jî bimeşin.

Di her du hilbijartinên berê de jî partîyan bo avakirina hikûmetê bi serê xwe, kursîyên pêwîst bi dest nexistibûn û ji danûstandinên bo çêkirina koalîsyonê jî ti encama erênî derneketibû.

XS
SM
MD
LG