Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu û Lavrov Ser Hêzên Îranê Axifîn


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Orşelîmê kom bûn.

Her du nûner ser hebûna hêzên Îranê li Sûrîyê danûstandin kirin.

Karbidestên payabilind didin zanîn ku Îsraîlê, pêşnîyaza Rûsya, ku dixwest ku hêzên Îranê 100 kîlometre dûrî xeta agirbestê ya Girên Golanê bi cîh bike, red kiriye.

Di 11’ê Tîrmehê de, Netanyahu û Serokê Rûsya Vladimir Putin kom bûbûn.

Netanyahu dîyar kiribû ku ew ketîye fikaran ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad, dijî peymana 1974’an ya herêma bêleşker derkeve û alîgirên Hizbullah û Îranê li wir bi cîh bike.

XS
SM
MD
LG