Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu, Piştî Karvekişîna Lieberman, Posta Wezareta Berevanîyê Werdigire


Avigdor Lieberman û Benjamin Netanyahu
Avigdor Lieberman û Benjamin Netanyahu

Berdevkekî Partîya Likud ya Îsraîlî ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu dê posta wezareta berevanî hilgire ser milê xwe, piştî ku Wezîrê Berevanî Avigdor Lieberman hefteya çûyî karvekişîna xwe dabû.

“Serokwezîr hemî hewilên pêkan kirin ku hikûmeta koalîsyonê ya rastgir biparêze û nehêle çepgir werin ser desthilatê,” heman berdevkî ji Reutersê re got.

Netanyahu, berê jî bi hevalbendê nav koalîsyonê Naftali Bennett yê Partîya Mala Cîhûyan, ku wê postê dixwest, re civîbû, lê hevdîtina wan bê encam qedîyabû.

Jêderekî nêzî Bennett got ku piştî kombûna ligel Netanyahu zelal bûye ku pêdivî bi hilbijartineke pêşdem heye jiber ku ev hikûmeta heyî nikare berdewam bike.

Hikûmeta koalîsyonê ya rastgir ya Netanyahu rûbirûyê krîzeke bûye, piştî ku Lieberman jiber şermezarkirina agirbesta navbera Îsraîlê û Hamasê li Gaza dest ji kar berdabû.

Li ber e di meha Mijdara salat ê de hilbijartin li Îsraîlê werine kirin, lê jêderê behskirî da zanîn ku roja Yekşemê de biryar were dayîn ku hilbijartinên pêşdem hebin yan ne.

XS
SM
MD
LG