Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Çarşemê Diçê Moskowê ku Putin Ser Plana Amerîkî Agahdar Bike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku niha jibo plana Amerîka ya ser Rojhilata Navîn li Washingtonê ye, roja Çarşemê diçê Moskowê ku ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin hevdîtinê bike.

Ofîsa serokwezîrîya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu dê ser plana aştî ya Amerîka ya li ser Rojhilata Navîn agahî bide Putin.

Medya Îsraîlî herwiha dinivîse ku reng e Netanyahu jina Îsraîlî-Amerîkî ya bi navê Naama Issachar jî bîne Îsraîlê ku jiber tawanên madeyên hişbir li Rûsya zindankirî ye.

XS
SM
MD
LG