Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dema Axaftina Netanyahu de Êrîşeke Roketî Çêbû



Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu, di kampeyna hilbjartinê de dema li ser seheneyê dest bi axaftina xwe kir, bi roket êrîşek pêk hat.

Parêzvanên Netanyahû ew ji sehnê revandin û birin stargehê.

Piştî rawestana dengên sîrenê Netanyahu carek din derket sehnê û axaftina xwe domand.

"Berpirs kî be, divê demildest ji vir birevin" got Netanyahu.

Artêşa Îsraîlê ragihand roketa ku ji Kerta Xeza hatiye avêtin, bi mûşekên parastina esmanî hatiye tunekirin.

XS
SM
MD
LG