Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê dîyar kir ku wê êrîşa plankirî ya ser bajarê Refahê li başûrê Gaza pêk bînin, bersîva Hamasê ya ser pêşnîyara dawî ya bo peymaneke rawestîna şer û azadkirina dîlên Îsraîlî çi dibe bila bibe.
"Hizra ku berîya giheştina- hemû armancên wê, emê şer rawestînin, ne mijara nîqaşkirinê ye. Emê bikevin Refahê û tabûrên Hamasê yên li wir tune bikin, bi yan bê giheştina peymanekî, jibo bidestxistina serketinek tevahî, " Netanyahu bi daxuyanîyekî ragihand.
Bendewarîyên ser pêkhatina peymanek agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, di rojên dawî de zêde bûne; piştî hewildanek nû ya bi pêşengîya Misrê ve ku danûstandinên rawestandî yên bo sekinandina şerê li Gaza jinûve destpê bikin.
Lê, daxuyanîya îro ya Netanyahu wek xeterîyek ser egera vê peymanê hat nirxandin, ku serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ku her çibe jî Îsraîl dixwaze ku operasyona li Rehafê bike.
Karbidestekî payebilind yê Îsraîlî got ku hikûmet wê heta şeva Çarşemê li benda bersîvê Hamasê bisekine, ser pêşniyarên dawî yên agirbestê, berîya ku biryarê bide ka şanda xwe jibo berdewamkirina danûstandinan bişîne Qahîre yan na .
Tevî ku wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken wê êvara îro Sêşemê here Tel Avîvê piştî serdana Rîyadê da ku jibo giheştineke peymanek agirbestê zextê bike, li gor çavderan hîn pêşketineke baldar tuneye.
Herwiha, şîrovakar dibêjin ku ser cudahîya bingehîn ya di navbera Îsraîl û Hamasê kêm nîşanên lihevkirinê hene; daxwaza Hamas ku divê peyman vekişîna hêzên leşkerî û dawîkirina mayînde ya operasyona Îsraîlê li gaza, garantî bike.
Karbidestekî Filîstînî yê ji komek hevbendê Hamasê ragihand ku, " piştî ku Îsraîl girtîyên xwe werbigre, em nikarin ji gelê xwe re bibêjin ku wê dagirker bimîne yan jî şer wê jinûve destpê bike, piştî ku Îsraîl girtîyên xwe vegerîne. Gelê me dixwaze ev êrîşkarî bi dawî bibe."
Lê karbidestên Îsraîlî dibêjin ku, ger Hamas pêşnîyara TelAvîvê qebûl bike - ku tê de agirbesteke eşkere tuneye, tenê azadkirina 33 dîlên - jin, zarok û yên saxlemîya wan nebaş in heye - di berdêla jimareke zêde ya girtîyên Filistînî de, dema rawestîneke sînordar ya şerê li Gaza jî wê pêkan be.
"Li gor Îsraîl, jibo rawestandina operasyona Refahê ev şansa dawî ye. IDF jibo wê operasyonê, ji niha ve dest bi seferkirina leşkeran kiriye," karbidestekî din yê Îsraîlî got,
Jêder: Reuters, AFP