Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bo Îdlibê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ser gurbûna pevçûnên li Îdlibê kom dibe.

Rêvebirîya Şamê ya piştgrîya Rûsya di rojên dawî de êrîşên dijî Îdlibê, ku herêma dawî ya di destê serhildanyan de ye, pirtir kir.

Daneyên NY’ê didin zanîn ku di pevçûnan de bi dehan sivîl hatine kuştin û bi qasî 150,000 kes ji herêmê koç kirine.

Piranîya herêma Îdlibê di destê Heyet Tahrî El Şam de ye.

Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdibê herêmeke ewle çêkin.

XS
SM
MD
LG