Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yêkgirtî: Jimara Kuştîyan li Sûriyê Zêde Bû


Military tanks drive into the Jabal Al-Zawya area of Idlib on August 1, 2011 in this still image taken from video posted on a social media website. The death toll in Syria's violent crackdown on opposition to President Bashar al-Assad in the city of Hama

Ofisa Mafên Mirovan ya Netewên Yêkgirtî roja Pêncşembî got li tundûjûîyên Sûriyê pitir ji 2,900 kes hatine kuştin. Li heman dem, komela Mafên Mirovan ya Sûrî bingeh li London got roja Pêncşembî li Cebel el Zawiya li parêzgeha Idlib navbera serbazên hikûmetê û leşkerên veqetiyayî şer û lêkdan cêbûn. Di wî şerî de ku li nêzîkî tixûbê Tirkiyê qewmî çar serbaz hatin kuştin.

Hıkûmeta Serokê Sûrî Beşar El Esed hêza leşkerî dijî xwepêşanderên opozisyonê û leşkerê veqetiyayî bikar tîne .

Roja Çarşembî, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton got Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî berpirsyarya xwe bi cî ne îna ku bernivîsa biryareka li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed nepejrandî.

Wezîra Derve Clinton got pêdivî ye ku Rûsya û Çîn bêjne gelê Sûrî, wan jiber çi ew bernivîsa biryarê veto kir.

Rûsya û Çîn li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî bernivîsa biryareka li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed veto kirin.

XS
SM
MD
LG