Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî Çînê bi Tundî Rexne Dike


Balyozê Amerîkî yê li Pekînê Gary Locke

Neteweyên Yekbûyî, Çîn bi gotina wê, jiber “tepeserkirina tund ya cudabîran” rexne kir.

Şîrove îro Înê ji Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat. Wê got, eciqandina hikûmetê wusa xuya ye ku hewileke bi mebest e, jibo tirsandina berevanên mafên mirovan.

Hikûmeta Çînê, nivîskar û bizavkarê demokrasîyê Li Tie vê heftê bi 10 salan zindanê ceza kirîbû, jiber nivîsarên wî ku bang li hemwelatîyan dikir ku bergirî li mafên xwe bikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, birêz Li bizavkarê çaran e ji meha çûyî vir ve ku cezayekî wiha dirêj birîye.

Balyozê Amerîkî yê li Pekînê Gary Locke roja Duşemê gotibû ku li vê demê ku xwepêşandanên demokrasîxwaz li Rojhilata navîn çêdibin, tomara Çînê ya mafên mirovan xirabtir dibe.

Lê, wezareta derve ya Çînê îdîaya balyozê Amerîkî red kir. Wê got, Pekîn rêz li mafên mirovan digire û tenê wan kesên ku qanûnên Çînê dişkênin, desteser dike.

XS
SM
MD
LG